Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firat Anli jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka behsa çareser kirina pirsa Kurdî li Turkîye kir


Serokê şaxê Amedê yê partîya DTP, Firat Anli jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka di hevpeyvînekê de behsa çareser kirina pirsa Kurdî li Turkîye kir.

Rêzdar Anli dibêje DTP li yekê Îlonê xwenîşandaneke aştîyê li Diyarbekirê birêk dixe jiber ku agirbesa ku ji alî PKK ve hatibû ragihandin li vê mehê bi domahî tê, wan xwestîye ku daxwaza aştîyê ji herdu alîyan bi vî awayî bikin.

Birêz Anli dibêje li yekê Îlonê wan dixwest ku "Nexşeya Rê" ya Ocalan eşkere bikin belê dibêje dewlet hêjta nehiştîye ku ew nexşe bigihîje destê wan.

Bo daxwîyanîya hikumeta Turkîye jî dibêje hîç tiştekî nû nehatîye pêşkêş kirin ku serfermandarê welatî dîsa behsa dewleta uniter kirîye jiber wê jî ew di wê tirsê de ne ku fersenda bo çareserîyê careke din ji dest bîçe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG