Li vê dawîyê
komandarê bilindê leşkerê Amerîka li Iraqê got ew dixwaze serbazên Amerîkî
bişîne kerteke kêşe li ser yê erdê bakûra Iraqê bo demeke dîyar kirî da ku
nerazîbûna li navbera hêza tenahîya Iraqê û milîtanên Kurd kêmtir bibe. General Ray Odierno dibêje armanc ew e ku
bawerî bê danan li navbera herdu alîyan anku Kurd û Ereban.
Deverên kêşe li ser yek jê parêzgeha Nîneva ye ku li vê dawîyê
zincîreke erîşên bi bomban lê qewimîne weku ya li Musil, yek ji mezintirîn
bajarên Iraqê. Amerîka El Qaîde ya Iraqê
gunehbar dike bo tundûtûjîyê.
Herwisa parêzgeha Kerkuk ya bi niftê dewlemend jî linav wan deverên kêşe li ser e, ku bi êrîşên vê dawîyê zêdeyî 250 kes hatine kuştin. Rêberên Kurd ji mêjve ye daxwaz dikin ku Kerkuk û beşên parêzgeha Nîneva yên ku Kurd lê dijîn bibin beşeke Herêma Kurdistana Iraqê ya nîv otonom. Belê hikumeta Iraqê dibêje divê ku ew erd berdewam li bin desthilata wê bimîne.
Herwisa li ser
vê babetê peyamhinêrê Pişka Dengê Amerîka Emîr Goran di raporta xwe de dibêje
Lîsta El Hedba ya desthilatdar li bajarê Musilê rexne li biryara pêkînana
hêzeke hevbeş li nêvbera hêzên Amerîkî û Iraqî û Kurd girt.
Geli guhdaran, heke bixwazin guh bidine dirêjîya vê raportê ji kerema xwe guh
bidine bernameyên me yên radyoyê bi taybetî bernama 9ê sibêhê ya îro li ser
rûpela me ya Audioyên Kurdî linav Nûçeyên Rojane.