Jimara kesên ku di erdheja li Endonezya da mirine gihîştîye 46 kesan ku
jimareke bilinda kesan jî birîndar û winda ne. Dibe ku jimara mirîyan
zêdetir bibe.
Karmendên hewarçûnê li Endonezya roja pêncşemê bi
destên xwe li deverên hilweşîyayî vekolînê kirin da ku karibin kesên di
bin hilweşînê de asê mane rizgar bikin.
Karbidest dibêjin
makîneyên kolanê yên giran derketine ser rê berev cihên ku herî zîyan
dîtine li rojavayê Java belê dibêjin wext zêde nemaye bo rizgar kirina
wan kesên asê mayî.
Hêza erdhejê 7 pille bû û bi sedan kîlometreyên dûrî navenda erdhejê û paytextê Endonezya Jakarta jî bi vê erdhejê hissîyan.
Gelî
guhdaran linav nûçeyên rojane li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî hun
dikarin li raporteke dirêjtir li ser vê babetê guhdarî bikin linav
bernameya me ya 9ê sibêhê.