Seretana mejîyê ya ku gliomasên zîyan didine li nav mejî bêtirîn cureya seretana mejî ye ku çend nexweş ên ku bi vê nexweşîyê ketine bêtir ji salek û nîvê jîyane, piştî ku zanîbûne ew nexweşî bi wan re heye.
Dr. John Simpson ji zanîngeha Duke dibêje ew derencamên xirab ji vê rengê seretana mejî pişkek e ji gelek rengên cuda yên şaneyên seretana mejî. Dr. John dibêje "Demê şaneyek dête çareser kirin bi madda kîmyawî şaneyeke din tête çareser kirin bi rêya amîra tijka lazerê belê şaneya sisê dibe ku tesîra yek ji vana jî lê nebe û neyê çareser kirin."
Belê hinek diktor dibêjinherçende ew nikaribin çareser kirina temamî bikin jî belê ew hîvîdar in bi kêmî nexweş bêtir karibin bijîn.
Her wek bikaranîna lazerê lêvekol dermanan bi kar tînin li ser wî cihê ku pişka seretanê lê heyî ku da wî cihî biçûktir bikin û nehêlin mezintir bibe.
Gelek diktor dibêjin ku ew çendîn rêkên çareser kirinê bi kar tînin bo çareser kirina vê nexweşîya seretana mejî.