Îran dibêje Welatên Yekgirtîyên Amerîka ajansa çavderîya atomîya Neteweyên Yekgirtî şaş agahdar dike û belgenameyên sexte peyda dike ku tê de dibêje Îran jibo çêkirina bomba navokî bizavê dike.
Di nameyekê de bo Ajansa Atomîya Netewyên Yekgirtî (IAEA) ku roja şemîyê bo peyamhinêran hate belave kirin nunerê Îranê Alî Asgar Sulatnîye Amerîka gunehbar dike bi pêşkêş kirina belgenameyên sexte bo vê Ajansê. Wî got tu delîlên cihê bawerîyê di destê Amerîka de nîne ku îzbat bike Îran li pey çekên navokî ye.
Meha buhurî IAEA raportek belav kir û têde digot Îran uranyumê berdewam zax dike belê bizavên xwe hêdîtir kirîye. IAEA herwisa dibêje ku hikumeta Îranê digel vekolerên Neteweyên Yekgirtî hevkarîyê dike belê bersiv nade pirsa ku ka gelo beşên leşkerî di wê bernamê de hene an na.