Leşkerê Amerîkî ragehand ku çar serbazên Amerîkî li bakûra Îraqî û Bexda hatin kuştin.
Lekşerê Amerîkî roja sêşembî ragehand ku sê serbazên Amerîkî bi sedema peqîna bombeka ser şeqamê li bakûra Îraqê hatin kuştin û serbazekê dî li başûra Bexda hat kuştin.
Bi layekê dî ve, polîsê Îraqî ragehand ku di peqînekê de nizîkî bajêrê Kerkukê, karbidestekê polîs û çar efserên polîsî hatin kuştin.
Li Bexda, bombek nizîkî karwanekê otombîlên karmendên wezareta saxlemiya Îraqê peqî û bi kêmî ve yek kes hat kuştin û pênc kesên dî birîndar bûn.
Bo pêzanînên pitir derbarê hêrişa Kerkukê, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike, raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Yehya Berzincî li Kerkukê.