Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Wezîrê Karê Derva yê Îraqê Hoşyar Zêbarî, bersîvên hevkarê me Robîn Reşvan dide. Birêz Zêbarî ku jibo civîna wezîrên derva yê Yêkîtîya Ereban li Qahîrê ye, dibêje “civîna 4 alî ya navbêra Îraq û Surîye, di bin çavdêrîya Tirkîye û Yekîtîya Ereban çêbûyî, civîneka baş û pozîtîv bû. Her du alîyên Îraq û Surîye têbînî û gilî û gazincên xwe eşkere kirin. Her wiha, bîryar hate dayîn ku, pêdivî ye her du alî jî êrîşên ragihandinê kêm bikin.”
Rêzdar Zêbarî li ser pirsa nameya serokwezîr Nurî El-Malikî ya bo Neteweyên Yekbûyî jî dibêje “hikûmeta Îraqê, daxwazeka remsî pêşkêşî Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kirîye ku, heyeteka lêkolînê bişînin bo Îraqê û dadgeheka nav dewleti damezirînin bo wan êrîşên.”
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin.