Heft kes dinav de pilledarek leşkerî roja înê
çûne pêşberî dadgehê jiber kuştinkarîyên demê sala 1990 an ku serhildana Kurd
di bilindbûnê da bû li Turkîyê.
Destûdarê tund ê parastinê li cihê dadgehê li Diyarbekirê hatibû bi cîh kirin
ku paytextê wê herêmê û herwisa piranî Kurd e û pilledarê leşkerî Cemal Temîzoz
û şeş kesên din li wê derê ku bêne dadgehî kirin.
Berguman berev rûyê tometbarîyêt kuştinkarîyêt pêywendî ligel 20 bûyerên
kuştinê de ne. Dozger dibêjît Temîzoz grupek ne qanûnî pêk înabû û bi sedan
Kurd li navbera salên 1993 heta 1997ê li başûrê rojhilata Turkîye kuştin.
Ew li meha sê hate girtin demê desthilatdaran hestîyên çend kesan vedîtin piştî
kolîna şikeftan li bajarê Silopî, li başûrê rojhilata welatî.