Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan digel Beşar El Esed civîya jibo danûstandin kirinê li ser Iraqê


Serokwezîrê Turkîya Recep Tayip Erdogan roja çarşembîyê li Stenbolê tevî serokê Surîye Beşar El Esed civîya jibo danûstandin kirinê li dor Iraq û herwisa prosa aştîya Rojhilata Navîn.

Herdu alîyan rêkeftineke hevkarîyê îmza kirin û ragihandin ku ew li domahîyê bi pêdivîbûna wizayê tînin bo hatûçûna li navbera Surîye û Turkîyê.

Turkîye ku li sala buhorî wek navberîvan kar kir jibo çêkirina danûstandinê li nêvbera Sûrîye û Îsraîlê, pêşnîyaz kirîye ku alîkarîyê bike bo dubare destpêkirina danûstandinêt aştîyê piştî ku ew têk çûbûn.

Turkîye herwisa bizav kirîye ku alozîyek dîplomatîka li navbera Iraq û Sûrîya de heyî nehêlît û ew alozîye ku li ser êrîşêt milîtanan li Bexdayê çêbûyî.

Îro pêncşembîyê Turkîye dê mêvandarîya wezîrên derveyên Iraqê û Surîyê biket û Wezîrên derveyê Turkîyê Ahmed Davudoglu û Sekreterê Giştîyê Komkara Erebî Amr Musa jî dê pişikdarî kombûnan bibin.


XS
SM
MD
LG