Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden seredana herêma Kurdistana Îraqê kir


Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden li sêyem roja seredana xwe bo Îraqî çû herêma atonomî ya Kurdistana Îraqê.

Birêz Biden roja pêncşembî li Hewlêrê digel serokê Îraqî Celal Talebanî û serokê Kurdistana Îraqê Messûd Barzanî kom bû.

Karbidestên Amerîkî û Netewên Yekgirtî dawa li rêberên Kurd, Şîe û Sunnî diken da cîyawazîyên xwe çareser bikin û bigehne rêkeftinê li ser kanona neft û pirsên dî.

Birêz Biden roja çarşembî li Bexda bi serokwezîrê Îraqî Nûrî Malikî re kom bû.

Serokwezîr Malikî got li kombûna roja çarşembî basê bihêz kirina aborî ya Îraq û şerê dijî terrorê hat kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG