Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama dest ji sîstemê berevanîya muşekî li Polanda û Komara Çek berdidet 


Serokê Amerîka Barack Obama planên jibo sistema berevanîya muşekan li Polanda û li Komara Çekî bettal kir, bi qazanca ya ew dibêjit gehêştina rêbazeka nûh bo berevanîya Amerîka û hevalbendên wê NATO.

Serok Obama li duhî pêncşemê got sistema nûhî ya berevanîya muşekan dê berevanîyeka bihêztir, şarezatir şiyaneka baştir berdest biket.

Pentagon dibêje ew bi destve înana sistema nûh dê ku pêywendî di têl û hinartina wergirtina hebe li bakûr û başûra Ewropa.

Herwiha muşekan li ser gemîyan. Serok Obama got ew guherîn piştî pêdaçûna nûh li ser bernama mûşekan ya Îranê.

Sîstema berevanîya muşekan plan hebû bo naverasta Ewropa bo mebesta bersîng girtina hêrîşên muşekên balîstîkî yên navnetewî yên Îranê.

Belê Seraya Sipî dibêje ku gefeya muşekên balîstîkîyên navnetewî yên Îranî hêdî hêdî ber bi pêşve diçe.


XS
SM
MD
LG