Breaking News

Mijara Bernama Hello Washingtona vê carê hilbijartinêt parlamanîyêt Iraqê ne

Weku hemu rojên eynî îro jî li 1ê paş nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 9:30ê êvarê bi dema Îranê, 9ê êvarê bi dema Îraqê, 8ê êvarê bi dema Turkîyê û Surî) programa zindî ya Hello Washington tê belav kirin.

Mijara Bernama Hello Washingtona vê carê hilbijartinêt parlamanîyêt Iraqê ne yêt ku li destpêka sala bihêt birêve biçin.

Hevkar Belên Salih dê mêvandarîya vê bernamê biket û mêhvanêt wî yêt wê bernamê jî ku wê mijarê bêxin ber nîqaş û gotûbêjê Nermîn Osman, Wezîra Jîngeha Iraqê û herwisa Xalît Şiwanî endamê parlamana Iraqê ne.

Guhdarên xoşdevî, jibo pişikdarî di vê bernamê de bikin;

Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê:
1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê bikin).

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861).


XS
SM
MD
LG