Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Neteweyên Yekgirtî ya giştî li New Yorkê destpêkir


Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon kombûna salane ya giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê vekir û dawa li hemi welatan kir ku hevkarîyê bikin bo çareser kirina kêşêyên cîhanê wekî gorîna seqayê, nehêlana çekan û hejarîyê.

Ji alîyek din ve Serokê Amerîka Barack Obama jî dê ji kombûna giştî ya Neteweyên Yekgirtî re bêje ku Welatên Yekgirtîyên Amerîka nikare hemu girift û pirsgirêkên civaka navnetewî bi tenê çareser bike.

Rêzdar Obama dê bêje wan rêberên berê "Amerîka gunehbar dikirin bi livandineke yek alî li nav cîhanê" ku dem hatîye "bersiva pirsgirêkên cîhanê ji alî hemû cîhanê ve bê dan, weku kêşeya hewa û seqayê, terorîzm, şerrên berdewam û hejarî."

Qesra Sipî hinek beşên axaftina serok Obama li sibêdeya çarşembî belav kir, çend demjimêr berî ku Obama li kombûna giştîya Neteweyên Yekgirtî wek serok bi peyive.


XS
SM
MD
LG