Breaking News

Welatên G-20 kom dibin li ser pêşgirtina qeyranke din ya aborîyê

Rêberên Grupa-20 a welatên dewlemend û pêşekftî yên cîhanê biryar e evro pêncşemê û sibehê eynî kom bibin da ku danûstandinan bikin li ser pêşgritina qeyraneke din a aborîyê.

Serokê Amerîka Barack Obama mêvandarîya wê kombûnê li bajarê Pittsburgh li wilayeta Pennsylvania diket.

Di vê kombûnê de behsa karnameyên kombûnên hevşêwe dike ku li meha çar ya sala 2009 li London û li meha 11 ya sala 2008 li Washington DC birêve çûbûn û têda behsa qeyrana aborîya cîhanî hatibû kirin.

Çaverê tê kirin ku endam armanca xwe deynin bo zêde kirina kar û bipêşvebirina aborîyê û dirust kirina sîstema qerzdan û nûkirina sîstema darayî ya cîhanî û herwisa rêgirtin li hêdibûna aborîyê li rojên bihêt da.

Herwisa we tête çaverê kirin ku ew kar bikin li ser rê û çareya bo bipêşvebirina bazirganîya cîhanî rêyeke bawerpêkirî bo çareserkirina qeyranê û herwiha piştevanîya darayî bo welatên berev pêşkeftinê dabîn bikin yên ku xwedî kêşeyên guhorîna seqa û hewayê ne.


XS
SM
MD
LG