Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê hebûna dezgeha xwe ya duwê ya zaxkirina uranyumê eşkere kir


Dîplomat dibêjin ku Îranê dezgeheke xwe ya duwê eşkere kirîye bo zaxkirina uranyumê.

Dîplomat dibêjin ku Îranê li destpêka vê heftîyê nameyekê şandîye ji rêxistina çavdêrîya kêşeyên navokî ya Neteweyên Yekgirtî re û têde dibêje ku dezgeheke wê ya duwê heye.

Welatên rojavayê Îranê gunehbar dikin bi zaxkirina uranyumê bo çêkirina çekên navokî. Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî heta niha sê caran tole danîne ser Îranê jiber ku wê zaxkirina uranyumê ranewestandîye.

Îran her dibêje ku bernama wê ya navokî bo armancên aştîyane ye.

Roja pêncşemê Welatên Yekgirtîyên Amerîka got ku wê xwe amade kirîye ku danûstandineke girîng bi Îranê re bike. Peyivdarekî Wezareta Derve got derfetek li ber Îranê ye ku karibe têklatîyên diplomatîk bi rêve bibe dema ku li yekê meha 10-Cotmehê nunerên welatên bihêz yên cîhanê digel karbidestên Îrane kom bibin li Geneva.

Di hevpeyvînekê de digel rojnama Washington Post rêzdar Ahmedînejad herwisa got Îran dixwaze ji Welatên Yekgirtî uranyuma zaxkirî bikire ya ku di tendurustî û saxlemîyê de tê bikaranîn.

Wezîrê Derveyê Îtalya Franco Frattini roja pêncşemê got ku welatên Grupa-8 herwisa dixwazin derfetekê bidine Îranê da ku karibe li ser bernama xwe ya navokî bi axive anku danûstandinê bike.

Roja pêncşemê Çînê dîsa helwesta xwe dubare kir ku tole ne rêya çareserîyê ne bo Îranê ku dev ji bernama xwe ya çêkirina çekên navokî berde.

Herwisa roja pêncşemê li dema axaftina li wîlayeta rojhilata Amerîka bajarê Pittsburgh serokwezîrê Rusî Medvedev gotibû ku ew bawer nake ku danana toleyan li dijî Îranê rêya çareserîyê ye bo keşeya navokî.

Çîn û Rusya dê tevlî Welatên Yekgirtî, Fransa, Almanya û Brîtanya bibin di danûstandinên digel Îranê de li meha bihêt.

Serok Obama dibêje Îran gelek berpirsyarîyên xwe yên navnetewî binpê kirîne û dibe ku pêdivî be toleyên dijwartir li dijî wê bêne danan.



XS
SM
MD
LG