Alîkarekî pille bilindê rêberê bilindê olî yê
Îranê dibêje dezgeha navokî ya zaxkirinê ku hê nû hatîye eşkere kirin,
dê li demek nêz bikevîte ger.
Serokê karûberên dîwana Ayetullah Alî Xamaney Muhammed Muhammedî Gulpeyeganî ji
Ajansa Farsa Îranê re roja şembîyê got "Bi îzna Xwedê, dezgeha nû dê di demek
nêz de bikeve ger û çavê dijmin jî kor bike."
Ev ragihandine rojek paş huşdarîya serokê Welatên Yekgirtî Barack Obama tê, ku
gotibû divê Îran li heftîya bêt linav danûstandina navnetewî bernama xwe ya navokî
ya kêşe-liser eşkere bike, an na, ew ê rûbirûyê toleyên nû yên komeleya
yekgirtî ya navnetewî bibe.
Di civîneke kurta rojnamevanîyê de duhî eynî birêz Obama ji Îranê re got ger
Tehran çalakîyên navokîyên xwe eşkere neke, wê rewşa xwe ya "dijber" linav civata
navnetewî bidomîne.
Di dirêjahîya gotinên xwe de birêz Obama got civata
navnetewî bi şêweyeke nedîtî rêbazeke yekgirtî nîşan daye li hember Îrane di kombûna
îsal ya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de û herwiha di civîna welatên G-20 de li
vê heftîya buhurî.
Herwisa serokê Amerîka got di derbarê bernama Îranê ya navokî
de, rêbazeke diplomasîyê bi dilê wî ye, lê belê eger hat û gotûbêj û axaftin bi
kêr nê, ew dikare behsa toleyên tundtir jî bike.