Medya Îranê dibêje Komara Îslamî muşekên kurt-avêj ceribandîye û nîyaz heye ku yeke dûr-avêj jî biceribîne ku we tê bawer kirin ku dê karibe bigihîje heta Îsraîlê.
Televizyona dewletê dibêje Pasdarên Şoreşa Îslamî jî herwisa roja yekşembîyê jimarke ceribandinên muşekî kirîne weku destpêka manuvreyên şerrî.
Ceribandina muşekên dûr-avêj nîyet heye ku roja duşembîyê bête kirin.
Ev ceribandinên leşkêrî têne kirin di demekê de ku nerazîbûna navbera Îran û welatên Rojavayî zêde bûye li ser bernama Tehranê ya navokî ya miştûmirliser.
Heftîya buhurî Îranê ragihandîye ku ew dezgeheke duwê bo zaxkirina uranyumê vedike herçende Neteweyên Yekgirtî jê re gotîye divê ku ew çêkirina sutemenîyên ku bi kêrî çêkirina bombeyên navokî tên bi sekinîne.
Karbidestekî mezinê Amerîkî dibêje rêveberîya Obama nîyaz heye ku vê heftîye ji Îranê re bêje ew mecbûr e ku derîyê dezgehê veke, belgenameyan bide dest û bihêle ku hêzên ji bernama wê ya navokî agahdarin karibin bala xwe bidinê.
Alî Ekber Salihî gote televizyona dewleta Îranê ew dê bihêlin ku çavdêr karibin werin bala xwe bidine vê dezgeha li nêzî bajarê pîroz yê Şî'ayan li Qumê.
Karbidestên Îranê wê danûstandinê bikin li ser bernama xwe ya navokî li Geneva roja pêncşembîyê tevî dîplomatên ji Welatên Yekgirtî, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rusya û Çînê.
Amerîka û hevalbendên wê Îranê gunehbar dikin bi çêkirina çekên navokî û Tehran jî ev yek înkar dike.