Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê Îranê dibêje kombûna li ser kêşeya navokî  delîveka pozîtîf e jibo hemi welatên pişikdar


Serokê Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî dibêje Îranê qanuna Ajansê şikand dema her li destpêkêve avakirina dezgeheka zaxkirina uranyumê eşkere nekir.

Di hevpeyvînekê de digel televizyona CNN India Muhammed'l Beradeî got pêdivî bû Îran li roja yekê avakirina wê navendê Ajansê agahdar bike.

Bi layekî dî ve serokê şanda Îranê bo danûstandinên navokî dibêjît ew bi nîyazeka pak pişikdarîyê li kombûna vê heftîyê diken li navbera Îranê û mezine-hêzên cîhanê li ser bernama navokîya Tehranê.

Seîd Celîlî evro çarşembî got bi bawerîya wî ew kombûn delîveka pozîtîf e jibo hemi welatên pişikdar.

Îran roja pêncşembî li Geneve bahsê bernama navokîya xwo diket digel pênc endamên herdem li Civata Tenahîya Netewyên Yekgirtî û herwisa digel Almanya.

Belê berpisê navokîyê Îranê Elî Ekber Salihî roja sêşembîyê got welatê wî bahsê mafê xweyê zaxkirina uranyumê naket, herçende Amerîkayê soz daye vê pirsê bahs biket.

Welatên rojavayê Îranê xetabar dikin bi bizav kirin bo berhem înana çekên navokî, lê Îran radigihîne ku bernama navokîya wê jibo mebestên sivîl û aştîyane ye.




XS
SM
MD
LG