Komandarê
Amerîkî yê li Iraqê nîyaz heye ku ji Kongresê re bêje meha bihêt dê leşker ji
Iraqê 4000 serbazên din vegerîne malê.
Generalê Leşkerî Ray Odierno dê îro çarşembî li pêşiya Komîteya Xizmetên
Leşkerî ya Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkî bi peyive li ser pêvajoa
destveguhestina berpirsyarîyên tenahîyê
ji destê Leşkerê Amerîka bo destê hêzên Iraqî, berî vekêşana şervanên Amerîkî ji Iraqê li sala bihêt.
Li axaftineke ku bo roja çarşembî bête gotin hatîye amade
kirin General Odierno dibêje Amerîka dê jimara serbazên li Iraqê ji 124 hezaran
daxe 120 hezaran. Dibêje rewşa tenahîyê
li wî welatî xesar nabîne ji ber vê daxistina jimara serbazan.