Karbidestên Burmayê dibêjin ku rêbera opozisyonê Aung San Suu Kyi evro roja şembîyê digel Wezîrê Karî yê welatî Aung Kyi kom bûye.
Herduwa cara dawî li meha yek ya sala 2008 kom bûbûn belê agahîya zêdetir li ser kombûna evroyê nehatîye ragihandin.
Kombûna 45 deqîqeyan li mêvangeha hikumetê hate kirin heftîyekê piştî ku xanim Aung San Suu Kyi ya xwedî xelata Nobelê ji serokê hikumeta leşkerî Than Shwe re nameyekê şandibû û ku têda pêşnîyazên xwe pêşkêş dikir sebaret bi rêgeyên ku çewa toleyên welatên Rojavayê yên li dijî Burmayê dikarin bêne rakirin.
Roja eynî berevankarên xanim Aung San Suu Kyi gotibûn ku dadgeheke Rangoon hukmê xwe bi ser xanim San Suu Kyi hêla piştî hatibûwe danan jiber pêşelîya biryara desteserîya wê dema lêda.
Hukmê 18 mehên zêdetir yê desteserîyê li malê da li ser xanim San Suu Kyi hate danan jiber hewandina zilamekî bêy wergirtina destûra hikumetê.