Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqê digel serokê Amerîka kom bû


Roja sêşemê serokê Amerîka Barack Obama û serokê Iraqê Celal Talabanî li ser meseleyên asayîş û aborîyê kom bûn.

Di belavnameke Seraya Sipî de tê ragihandin ku kombûn li wê demê birêve çû demê ku birêz Obama çû beşdar bibe li kombûnekê ku berî wê birêve diçû li navbera Generalê xanenişîn bûyî Jim Jones, şêwirmendê asayîşa niştimanî yê Obama û mêvan birêz Talabanî de.

Herwisa belavnameke Koşka Sipî dibêje birêz Obama pesnê hevtayê xwe yê Iraqê daye bo bipêşvexistina yekîtîya niştimanî li nav Iraqê û herwiha piştevanîya xwe jî bo hewlên Iraqê anî zimên bo pesend kirina qanuna nû ya hilbijartinê.

Koşka Sipî herwisa radigihîne ku herdu rêber li ser konferanseke du rojan ya navbera Iraqê û Amerîka axiftine ku biryar e li 20 meha deh-Çirîya Yekê li Washington DC bête kirin li ser kardarî û sermayedananê.

Piştî ku herdu rêberan li roja duşemê li ser telefonê peyivîbûn evkombûna roja sêşembîyê tê kirin.

Bo pêzanîna bi zaravayê Soranî lînka li destê rastê lê bide.


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG