Di hepeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkî de, nivîskar û rojnamevan Têmûrê Xelîl, derheqa peymana navbêra Tirkîye û Ermenistan dipeyive. Birêz Xelîl dibêje, li hember vê hevpeyvînê, gelek nerazîbûn hene çimkî dewleta tirk lêborîna gelkujîyê nekirîye. Beyî ku lêborîn bête kirin, Kurdî jî nav de, gelên Ermenîstanê piştgirîya vê peymanê nakin.
Birêz Xelîl her wiha dide zanîn, ev peyman bi daxwazîya Amerîka û Rûsya hatîye îmza kirin. Xelîl dibêje, bi bawerîya wî, li paşeroja nêzîk, hem li nav Ermenîstanê û hem jî, li derva, xwenîşandan hebin li dijî rekeftina navbêra herdu welatan.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.