Karbidestên Pakîstanî dibêjin, di encama pêqîneke xwekuja li hember ofîseke buroya lêvekolê de, bi kêmî ve 13 kes, li bajarê Peşawerê hatine kuştin. Tê ragihandin, bi kêmî ve 3 ji qûrbanîyan polis, 2 jin û 1 jî zarok in.
Televîzyonên Pakîstanê dîmênên pêqînê û otomobîla sotî nîşan dan û tê ragihandin mizgefteke nezîkî cîyê bûyerê jî, ji peqînê zirar dîtîye.
Polis dibêjin, êrîşbir ku, bi kêmî ve yek ji wan jin e, otomobîleke bombe kirî û motosaykilek ber bi polîsxaneyê ajotine, berî ku bombeyan bipeqînin.
Heta niha ti kes berpirsîya wê peqînê bi stûya xwe ve negirtîye lê, polis ji Talîbanê guman dikin. Di encama êrîşên nav 2 hefteyên borî de, bi kêmî ve 150 kes li Pakîstanê hatin kuştin.
Roja Pencşemê jî, di encama rêzê pêqînan, li hember dezgeheke parastinê de li Lahore û li bakûra rojava yê kêşêbar de, 39 kes hatîbûn kuştin.