Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama peqîna du bomban li seranserê Pakistanê bi kêmîve 23 kes hatine kuştin


Desthilatdarên Pakistanê dibêjin li encama teqandina du bomban û teqîneke din bi kêmî ve 23 kes li seranserê welat hatine kuştin.

Polîs dibêje evro êrîşbirekî xwekuj xwe li nêzîkî dezgeheke leşkerî teqand û di encamê de heyşt kesî kuşt û 13 kesên din jî birîndar kir.

Heman jêder dibêje hêrîş li xaleke pişkinînî li bajarê Kamra li rojavayê Îslamabada paytext qewimîye, piştra otomobîleke bombebarkirî li derveyî xwaringeheke li Pêşawer teqîyaye û di encamp de bi kêmîve heyşt kes hatine kuştin.

Heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê nûçê guhdarî bikin ji kerema xwe lînka li destê rastê lêdin.


XS
SM
MD
LG