Bi sedema ketina sê helîkopteran li Afganistanê 14 serbaz û hevwelatiyên Amerîkî hatin kuştin.
NATO ragehand ku heft serbazên Amerîkî û sê Amerîkiyên sivil roja duşembî di nav helîkopterekê de li rojavaya Afganistanê hatin kuştin.
Hêzên nevneteweyî dibêjin helîkoptera hêzên Amerîkî ket xar piştî şerekê digel çekdaran. NATO ragehand ku 12 çekdarên gumanlêkirî di wî şerî de hatin kuştin.
Herweha bi sedema lêkdana du helîkopteran li başûra Afganistanê roja duşembî, çar serbazên Amerîkî hatin kuştin.