Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û nivîskar
Kemal Burkay behsa vegera xwe ya welêt dike û gazîya serokwezîrê
Tirkîye Recep Tayyip Erdogan ya bo hatina wî û Yaşar Kaya dinirxîne.
Birêz
Burkay dibêje, ew hez dike vegera welatê xwe, lê di destpekê de, divê
bingehên çûyîna rewşenbîr û sîyasetvanên derva werine amade kirin. Ez
nîyeta serokwezîr Erdogan rind dibînim lê ew yek têr nake. Eger qanûna
bingehîn naye guhertin û hindek xal neyên rakirin, ku xalên ku nivîs û
ramanên me wekî tawan dibînin, em dê çawa vegerin? Ez naxwazim li vê
temena xwe bikêvim zindanê. Ez 30 sal li hevîya vegerê mam, ezê çend
mehên din jî bisekinim.
Rêzdar Burkay her wiha dibêje, rêbazên wan
yên çareserîya pirsa Kurdî, ji yên DTP cihê ne. Em federasyona li
Kurdistana başûr, di çareserîya pirsa Kurdî de nimûneyeka baş dibînin.
Dîsa, Belçîka û Swîsre jî mînakên din yên baş in.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.