Breaking News

Li Bernama Hello Washingtona îro li ser bizava guhorîna qanuna dengdanê li Iraqê dê bê peyvîn

Weku hemu rojên eynî îro jî li 1ê paş nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 9:30ê êvarê bi dema Îranê, 9ê êvarê bi dema Îraqê, 8ê êvarê bi dema Turkîyê û Surî) programa zindî ya Hello Washington tê belav kirin.

Babeta bernama Hello Washingtona îro rewşa asayîşê ye li Iraqê û herwisa hewla parlamantarên Iraqî bo pesend kirina qanuna dengdanê.

Mêvanên bernamê Kamîle Îbrahîm e û Abdulbarî Zebarî endamê parlamana Iraqê ye ku hevkarê me Xelefê Zebarî mêvandarîya bernamê dike.

Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê

1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê bikin). Herwisa bi faxê li ser jimara 1202 203 4876 yan jî bi e-mail li ser navnîşana kurdi@voanews.com hûn dikarin pirsyar û dîtinên xwe ragihînine bernamê.

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861).


XS
SM
MD
LG