Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulla Abdulla dibêje dubare hilbijartina serokî li Afganistanê ne qanunî ye


Hevrikê siyasî yê serekî yê serokê Afganî Hamid Karzaî dibêjit dubare hilbijartina serokî ne qanunî ye û dê şîyanên wî kêm kin jibo bersîng girtina ber gendelîyê.

Wezîrê Derveyê berê Abdulla Abdulla berî çend rojeka xwe li gera duwema dengdanê vekêşa jiber perîşanî û gumana wî li birêveçûna hilbijartina bi awayeî rewa û bê findûfêl.

Abdulla evro çarşembî got ku Komîsyona hilbijartina gera duwema dengdanê helweşand û ragehand ku birêz Karzaî bo gereka dî ya pênc salî serok e, herçende Komîsyonê ew desthilat nîye biryareka bi vî curî bidet.

Wî got hikumetek ku bi vî curî bête pêkînan neşêt gendelîyê binber bike, an arîşên Afganistanê çareser bike.

Wî herwiha got wî li ber nîye hevalbendîyekê digel birêz Karzaî ava bike.




XS
SM
MD
LG