Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanuna Hilbijartina Iraqê hate pesend kirin


Li Parlamana Iraqê paş dengdana li ser qanuna hilbijartinê peyamhinêrê Pişka Kurdîya Dengê Amerîka Goran Tewfîq ragihand ku qanun hatîye pesend kirin û herwisa dibêje;

Bi amadebûna 197 endaman Parlamana Iraqê bi danîştina evro ya bo pesend kirina Qanuna Hilbijartinê ya Iraqê bendên wê qanunê pesend kir.

Hemu bendên qanunê hatine pesend kirin bi 141 dengên linav 197 dengan.

Yek ji nuqteyên girîngên qanunê ew e ku ligel hilbijartinên 2005ê cihê dike ku rêveçûna hilbijartinê bi şêweyeke listî kirîye ku li sala 2005 bi lîsta daxiraw hilbijartin birêve çûbû.

Dinav qanûnê de jibo Mesîhîyên Iraqê rêjeyeke bi pênc kursî li parêzgehên Bexda, Duhok û Hewlêr, Musil û Kerkuk hatîye danan. Jibo Ereb û Turkmanan kursîyên zêde nehatine dabîn kirin.

Herwisa biryara ku divêt hilbijartin li dû serjimara sala 2009 bête kirin jî hatîye pesend kirin.

Ji kerema xwe li ser lînka li destê rastê guh bidine dirêjahîya vê nûçeyê.


XS
SM
MD
LG