Çîn, li bajarê Urumqîya rojava welat, 9 Uygur sedarê kirin, jibo pişikdarîya xwenîşandanên nîjadî ya meha Tîrmehê.
Ajansa Nûçeyana Xinhua ya fermî radigîhîne, ew 9 kes, kesên pêşî ne ku jiber xwenîşandanên ceza li wan hatine birîn û cezayên wan jî, ji alîyê dadgeha bilind hatiye pesend kirin.
Tûnd û alozîyên paytaxta Urumqî ya herêma Xinjiang, li 5ê meha Tîrmehê rû dabûn, piştî Uygurî ligel Çînîyên Hanî katîbûn şêr û pevçûnan- jibo şermezar mirina 2 Uygurîyan li eyaleta Guangdong ya başûra Çînê.
Xwenîşandêrên Uygurî, li paytaxta herêmê êrîş birîbûn ser Çînîyan û 2 roj paş, Çînî jiobo tol hildanê, êrîşa Uygurîyan kirîbûn. Tê bawer kirin, nêzîkî 200 kes di xwenîşandanan de hatine kuştin, lê karbidest dibêjin, jimarê kêmtir e.