Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Fehîm Işik qala kombûna sibehîya Parlemana Tirkîye dike, ku derheqa çareserîya pirsa Kurdî ye li wî welatî.
Birêz Işik dibêje, ew bi hêvîyê ku pirsa Kurdî çareser bibe, lê dive hebûna Kurdan, di qanûna bingehîn û qanûnên din de, bête garantî kirin. Işik balê dikşîne û dibêje, her tişt hedî hedî dibe, divê ti kes, nefikre ku pirseke ûsa dûr û dirêj rojekî de safî be.
Fehîm Işik, têkîlîyên navbêra Tirkîye û Herêma Kurdistan Îraqê jî, wekî gavekî girîng dibîne û dibêje, serêdana birêz Davutoglu û vekirina konsulxaneya Tirkîye li Hewlerê nîşana destje berdana sîyaseta gelemperî ya dewletê ye.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.