Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bo seredaneke heyşt rojî ya Asyayê gehêştîye Tokyoyê


Serokê Amerîka Barack Obama li Tokyo dibêje ew dê li demeke zûtir biryarê bide ka çiqas hêzên din bişîne Afganistanê û sedema dereng mana biryara wi eve ku wî dixwest rêka herî baş pêda bike.

Di civîna çapemenîya hevbeş de digel serokê Japan Yukio Hatoyama serok Obama rexneyên li dijî rêveberîya wî red kir ku dibêjin diryar e Amerîka li Afganistanê bi derengi ketîye.

Birêz Obama got siyaseta Amerîka li Afganistanê pêdiviya Amerîka ji toreyên xirabkar biparêze.

Obama û Hatoyama sozê dank u hevkariyên dûr û dirêj yên navbera herdu welatan bipêşve bibin.

Birêz Hatoyama jî gote rojnamevanan ew û serokê Amerîkî dê li ser gelek babetên cihê rengê hevkarîyê bikin ku guhorîna seqa û hewa, bêçek kirina navoki û Afganistan jî dinav da ye.




XS
SM
MD
LG