Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama soz da ku digel Çînê hevkarîyê biket


Serokê Amerîka Barack Obama dinav gotarek girîng de îro şembîyê li Tokyo soz daye ku tevî Çînê hevkarîyê biket û pûtekirina Amerîka bi Asya zêdetir biket.

Serok Obama got Amerîka naxwazît rêka Çînê bigrît û pêşwazîyê li bizavêt wê biket bo yarî kirina rolekî berfirehtir li cîhanê da lê belê wî got Amerîka çi caran dudil nabît ji eşkera bahs kirina buhayêt ew bilind radigrît da zanîn bahs û miştûmirek li dor mafêt mirov dûr nîye weku pişkek dostatîyê bête kirin.

Wextê bahsê zarokatîya xwe kir li Endonezya, serok Obama pêda girte ser pêywendîyên Amerîka tevî Asya li demekê de yekem seredana xwe bo wê herêmê encam didet ji demê bûye serok hetanî niha.

Wî eşkera kir ku pêgirbûna Washingtonê bi parastina Asya qayîm e û nahête hejandin.

Dinav gotara xwe ya dûrûdirêj da serokê Amerîka herwisa sebaret berhemînana navokî, guhorîna seqayê û dabezîna aborîya cîhanê axift.


XS
SM
MD
LG