Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û serokê Rusya Medvedev kombûn


Serokê Amerîka Barack Obama û serokê Rusya Dimitri Medvedev dibêjin ew hêjta plan dikin heta dawîya salê peymanek kêm kirina çekêt navokîya START amade bikin.

Birêz Obama û hevtayê wî yê Rusî îro yekşembîyê li Singaporê kom bûn piştî bi dawî hatina civîna hevkarîya aborîya Asya Pasîfîk anku APEC.

Herdu hêzêt mezinêt navokî pêgîr bûne bi berdestkirina peymannameyek cihgir e jibo biryara START a yek li pêncê meha 12 wextê wê bi dawî têt.

Herdu rêberan herwisa got wext jibo Îranê dibuhurît ku razî bibît li ser hinartina uranyuma zaxkirîya xwe bo derveyî welatî da ku zêdetir bête zaxkirin.

Birêz Medvedev got ew hêjta hîvî diket Îran razî bît li ser hinartina uranyuma xwe ya zaxkirî bo Rusya, cihê ew dikarît pitir bête zaxkirin û guhertina berev sutemenîyê ku dinav rêyek turekî da li Tehranê bête bikaranîn.


XS
SM
MD
LG