Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, parlementerê Partîya Civata Demokratîk (DTP) M. Nezîr Karabaş bersîva pirsên hevkarê me Robîn Reşvan yên li ser rûniştina taybeta Parlemana Tirkîye dide. Rûniştina taybet ku do derheqa çareserîya pirsa Kurdî û demokratîkbûnê hatîbû lidar xistin, bûye cîyê gelek gotûbêjan. Li ser ve yekê hevkarê me Robîn Reşvan, ligel parlemanterê bajarê Betlîsê Nezîr Karabaş axifî.
Birêz Karabaş dibêje, em wekî DTP pengavên ku têne avêtin girîng dibînin lê divê, berî hert tişt operasyonên leşkerî werine sekinandin û hebûna Kurdan di qanûna bingehîn de bête nas kirin.
Gelî guhdarên delal, heku hun bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.