Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Abdulmuttalip Ozbek, parlemanterê bajerê Hakkarîyê ji Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kombûna taybeta li ser pirsa Kurdî dinirxîne. Birêz Ozbek dibêje, partîya wan dixwaze kul û birînên hemî hemwelatîyên derman bike.
Ozbek berdewam li ser nêrîna partîyên hevrik sekînî û rêxneyên giran li Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgêra Neteperwer (MHP) digire û dibêje, nîyeta wan tune ku pirsên welatî çareser bibin. Ozbek dibêje, ew nerîna DTP li ser bizavên wan erênî dibînin lê her tişt di rojekî de çareser nabe. Meriv nikane 5-6 derence bi hev re hilkêşe, divê yek û yek pengavan bavêjî ku bigehehîjî armanca xwe. Divê DTP û derdorên din jî behn fireh bin û jibo çareserîyê pirtir waxt bidine wan.
Gelî guhdarên delal, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê bikar bînin.