Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya
Başûr ku çaverê tê kirin li wir piştevanîya xwe nîşan bide serokê welatî jibo
daxwaza wî ya ji Koreya Bakûr ku dawî bi programa xwe ya çekên navokî bîne.
Evro li demê ku ji Çînê berev Koreya Başûrve diçû serok Obama dubare ji Koreya
Bakûr xwest ku li ser bernama xwe ya navokî bigihîje rêkeftinekê.
Serok Obama dibêje bi dilê Koreya Bakur e; heke ew bixwaze ew
dikare li ser vê rêya ku pê girtîye berdewam biçe berev pevçûna ku dibe egera
alozkirine, kêm aramîyê, pêşneketinê û ji cîhana navnetewî dûrveketinê. An jî heke bixwaze dikare bibe endamek temam
yê civata navnetewî û ku pêgirtinê bi sozên xwe yên navnetewî bike li ser çekên
navokî ew dê karibe jîyaneke baştir ji xelkê xwe re pêşkêş bike."
Firoka serok Obama êvara çarşembîyê li bingeha asmanîya Amerîka nişte xwarê û çaverê
tê kirin ku roja pêncşembîyê li paytextê Koreya Başûr Obama digel serokê welatî
Lee Myung-bak kom bibe.