Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî


Partîya Civaka Demokratîk DTP, li 150 wargehî dê bi gel re dê were cem hev ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurd.

Ev çend mehe li Tirkîye pengavek destpêkirîye û Parlamena Tirkiye, hefteyekî berê kom bû di derbarê rêvekirina Pirsa Kurd de. Ev kombûn ji bo Kurdan pir girîng bu da ku cara yekem di parlamena Tirkîye de pirsa Kurd tê nîqaş kirin.

Piştê vê kombûna dîrokî, Partîya Dad û Pêşvebirinê AKP û Partîya Civaka Demokratîk DTP biryar girtîn dê li bajar û li navçeyan kombunîyan bi gel re pêk bînin di derbarê rêvekirina pirsa kurd.

DTP bi helwesta ku balê bikşîne ser rêvekirina pirsa Kurd, dê bizav û kombûnên berfireh li dar bixin li 150 navçe û bajarî de,bi beşdarîya hevserok û bajarvanên partîyê. Ev bizav doh li bajarê Agirîyê dest pê kirin.

Hevseroka DTP Emine Ayna li Agirîyê, di kombuna DTP 'ê de ifade kir ku eger hukumet dixwaze çareserî pêk were divê pêşîya rêya aşitî û gotûbêjê negrin û operasyonên leşkerî jî bi dawî bikin.

Herwiha da zanîn ku wekhevî, dad û azadî rêgezên partîiya DTP'ê ye lê ji bo van rêgezan jî divê ku aşitî pêk were. Hevseroka DTP Emine Ayna li ser kombuna derbarê rêvekirina pirsa Kurd ya ku li parlamena Tirkîye pêk hat jî rawestîya ku serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdoğan di gotara xwe de PKK û pirsa Kurd ji hev cihê girtibu.

Emine Ayna got ku PKK ne rêxistineke terorîye. Ji ber zordarîya Tirkîye mecbur mane û çek hilgirtine, eger ku maf û azadî werin dayîn, şertên çek û berdanê jî dê pêkan be.

Bizav û kombûnên DTP ku doh li bajarê Agirîyê destpêkir dê li heremê 2 meh bidome û di 15'ê meha Çile ( 01- 2010 ) 'an de dê dawî bibe.


XS
SM
MD
LG