Dr. Kurmanc Gundî serokê Kongreya Niştimanî ya Kurdî (KNC)
li Amerîka Bakûr ji wilayeta Tennesse ya Amerîkî digel Dengê Amerîka axift
sebaret nameyekê ku wan hinartîye jibo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî
Ban Ki-moon li ser rewşa Kurdên Surî.
Dr. Kurmanc Gundî dibêje wan di nameya xwe de ji Sekreterê Giştî daxwaz kirine
ku hin babetan bidine berçav di siyaseta xwe da ya digel Surî jiber ku di
Destûra Surî de dibêje ewên li Surîye ne hemi Erebin û qutrê Surîye beşek e li
ummeyê Erebî û her kesekî ku bixwaze karekî fermî û dewletî bidestvexe divêtin
netewa xwo bigohrîtîn bo Erebî. Û herwisa
çewa sîstema perwerdê tête bikaranîn bo îdeolojîya Baasî û pan-Erebî li nav
zihnîyeta zarokan.
Dr. Gundî dibêje me xwestîye ku em weku berê îndî bê deng nebin derbarê Surî de
û zulma li ser gelê me yê Kurd li wî welatî bînine ber çavê civata
navnetwî. Herwisa dibêje rewşa Kurdên li
Kurdisana Surî ji her sê parçeyên din xirabtir e jiber ku kêmanîya jimara wan û
cografya wê beşa Kurdistanê nehiştîye ku dengekî bi hêz ji Kurdên wir derkeve.
Dr. Kurmanc Gundî dibêje Kurdên li wî welatî ji alî rêyên fermî weku 'mêvanên
nexweşdivî"hatine binav kirin.
Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka li destê rastê li dirêjahîya vê
hevpeyvînê guhdarî bikin.