Di peyamekê de bi helkefta cejina Qurbanê, serokê Amerîka Barack Obama cejina Musilmanên Amerîka û cîhanê pîroz dike.
Serok Obama dîsa soz da ku Amerîka hevkarî û alîkariya welatan dike ji bo parastina berjewendiya gelên cîhanê.
Serok Obama got ku bo rêûresma Hec ya vê salê, wezareta saxlemiya Amerîkî alîkariya wezareta saxlemiya Erebistana Saudî kir ji bo bersing girtina nexweşiya Înflûnza H1N1.
Ji bo guhdarî kirina peyama serokî bi helkefta cejinê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.