Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Atomîya Neteweyên Yekgirtî biryarnameyeke dijî Îranê deranî


Endamên ajansa atomî ya Neteweyên Yekgirtî roja înê deng dan ku bizavên navokîyên Îranê bêne sînordar kirin li demek wisa ku Rojava şîka çêkirina çekên navokî ji Îranê dike.

Îran dibêje biryarname "xeterê" xistîye ser wê pêvajoya pêdivî ya jibo danûstandinên dirust yên li ser barnama wê ya navokî.

Di wê biryarnamê de ku ji alî Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rusya û Çînê ve hatîye amade kirin ji Îranê tê xwestin ku avakirina sazgeha zaxkirina uranyumê ya ku berê bi nepenî bû rawestîne û herwisa piştrast bike ku tu bizavên wê yên veşartî û navokî nînin.

Ji 35 endamên desteya rêveberîya IAEA, Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî, 25 endam dengê "erê"dan bo biryarnamê. Sê welat li dijî biryarnamê deng dan û şeş welat jî dengê xwe nedan.

Ji sala 2006 were heta niha ev cara yekê ye ku IAEA li dijî Îranê biryarnamekê dertîne.

Balyozê Îranê bo IAEA Elî Esker Sultanîyeh roja pêncşemê gefe kir ku eger bêt û biryarname bê pesend kirin wê Îran digel ajansa Neteweyên Yekgirtî kêmtir hevkarîyê bike.


XS
SM
MD
LG