Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arîf Cebo Raporta Human Rights Watch ya li ser Kurdên Sûrîyê Dinirxîne


Di hevpeyvîna hevkarê me Robin Reşvan de, rojnamevan û dadnas Cebo raporta Rexistina Human Rights Watch, jibo Dengê Amerîka dinirxîne.

Birêz Cebo dibêje, girîng e ku rexinstineke mezin û navdar, raporteke ûsa fireh derheqa rewşa Kurdên Surîyê biweşîne. Cara yekê ye ku raporteke ûsa bi kurbûn û hurbûn li ser rewşa Kurdan tê weşandin. Ez hêvîdar im ev raport bandoreke erênî bike, li ser paşeroja Kurdên Sûrîyê. Dema, li perçeyên din pêşveçûn di pirsa Kurdî de çê dibin, li Sûrîyê rewşa Kurdan paşde dihere.

Birêz Cebo ku, di heman demê de serokê Navenda Kurdî jibo Lêkolîn û Şîretvanîyê ye (http://www.yasa-online.org) dibêje, gava rexistinên navnetewî yên mafê mirovan, wek Human Rights Watch, Amnesty International raportek amade dikin, bi gelek zimanên cihê li seranser cîhane belav dikin. Loma jî ev raport dikane hinek serêşî çêke jibo rejîma Sûrîyê. Dîsa, hikûmetên ku têkîlîyên wan ligel Sûrîyê hene jî, mecbûr dimînin ku li ser pirsa Kurd û mafê mirovan bisekinin.

Guhdarên hêja, heku bixwazin li dirêjîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG