Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rusî dibêjin bombek bûye egera kuştina 26 kesan di şemendeferê da


Dozgeran roja şembîyê gotin wan dest kirîye bi lêkolîneka ji kiryareka gunehkarîyê ku dûr nîne bi tometbarîyên terorîstî bi dawî bêt lê belê çi berguman ne dayîne nasandin.

Dozger li nêzîkî bajarê Bologeyê li pey serdavan digerin bo hindê peyda bikin
ka egera wê bûyera bikuj ya şemendefera bi bez a xurt Nevskî Express çi bûye.

Karmendên bi hewar çûnê li cihê bûyerê li pey 18 kesên berzebûyî digerin û dibêjin dûr nîne hejmara qurbanîyan bilindtir bibît.

Ajansên dengûbahsên Rusya raport dan ku çalek biçuk li cihê bûyerê hatîye dîtin. Şahid dibêjin wan dengê teqînekê hay jê bûne.

Wezîrê rewşa tengavîyê yê Rusya Sergei Shoigu di bernameka rastewxwe de li Moskowê ew rewş şîrove kir û got alîyê kêm 96 kes birîndar bûne. Wî got hemî kesên birîndar berev nexwoşxanê hatine veguhastin.

Serokê Rusya Dimitri Medvedev jî rijdbûna wê bûyerê dubare kirîye û dibêjît jibo harîkarî kirina xelkê hikumet her karê dikarît dê cêbicê biket.

Karbidestên dezgehê zanyarîya navxwoyî ya Rusya FSB hêjta çi tiştek nedaye zanîn li ser hindê ka ew bûyere di encama kiryarek terorîstî de bûye yan ne.


XS
SM
MD
LG