Şarezayê siyasî û serokê Encumena Niştimanîya Kurdistana Surîyê Dr. Şêrko Abbas di hevpeyvînekê de digel hevkar Kawa Deştbîlî gotara serok Obma ya li ser stratejîya nû ya bo Afganistanê şîrove kir.
Dr. Abbas dibêje serok Obama linav raya
giştîya Amerîka herdu alîyan jî razî kirîye ku hem serbazên zêdetir dişîne û
hem jî soza vegerandina wan ya di nav 18 mehan de dide.
Bi dîtina Dr. Abbas çewa Yekîtîya Sovyetê di Afganistanê de sernekeft, ev stratejîya
serok Obama jî di nav 18 mehan de nikare pirsgirêkên Afganistanê çareser bike
weku danîna desthilata qanunê û welatekî serbixwe. Ew dibêje bi şandina 30 hezar serbazên din ev
mesele çareser nabin.
Jibo egerên kêşeyan jî dibêje a yekê, gelê Afganistanê ev 40 an 50 sal e ku tu
xweşîyê nedîye, a duwê dewletên weku
Rusya, Îran û Surî dixwazin ku Amerîka di vî welatî de bişkê, ya sêyê gelê li vî
welatî û yê Pakistanê ku Weziristan li navbera wan e tu destûr û nîzam nîne,
gendelî û nerêkî heye.
Gelî guhdaran hûn dikarin li lînka li destê rastê li dirêjahîya vê hevpeyvînê
guhdarî bikin.