Mamostayê li Zanîngeha Tennesse State li
Amerîka Dr. Kurmanc Gundî di hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih gotara
serok Obama şîrove kir.
Dr. Kurmanc Gundî dibêje ji axaftina serok Obama dîyar e ku mebesta hinartina
serbazên zêdetir ne dirêj kirin anjî berdwam kirina şerr e lê belê bo hînkirin û
destveguhestina barê şêrrî bo hêzên Afganî ye.
Herwisa Dr. Gundî dibêje 18 mehên dîyarî kirî jî da ku dilê gelê Amerîka
yê ku li dijî şerr e xweş be hatîye danan.
Li ser pirsa gelo ka tu cawazî linavbera vekêşana hêzên Amerîka ji Iraqê û ji
Afganistanê heye rêzdar Gundî dibêje em jibîr nekin ku Afganistan weku
goristana împaratorîyetan meşhûr û binavûdeng e û serok Obama jî ew rastîye
dizane. Serok Obama di gotara xwe de
ragihand ku Amerîka dagirkerê wan welatan nîne; çi Iraq be çi Afganistan
be. Rêvebirin, parastin û desthilata wan
welatan li ser milên wan welatan e û Amerîka jî weku dostê wan welatan dimîne.
Gelî guhdaran hûn dikarin li lînka li destê
rastê li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin.