Breaking News

Li Eyaleta Maguindanao ya Fîlîpînê Rewşa Leşkerî Hate Îlan Kirin

Karbidestên Fîlîpînî li eyaleteke başûr rewşa leşkerî îlan kirin û serokê eşîreteke bi hêz desteser kirin, piştî qirkirina 57 kesan ya hefteya çûyî.

Karbidestên hikûmetê dibêjin, serok Gloria Arroyo, roja Şemîyê hemî mafên civakî sekinand, li eyaleta Maguindanao û rê da leşkeran ku bêyî biryara dadgehê xelkê desteser bikin.

Karbidest her wiha dibêjin, hêzên leşkerî Andal Ampatuan û lawê wî Zaldy Ampatuan, li malên xwe ya Maguindanao hatine hapis kirin. Kûrê Ampatuan yê din Andal Hunir jî, jiber giredana wî ya qirkirinê di zîndanê da ye.

Zedeyî 100 leşker û be dehan polîs, roja Înîyê êrîş birîbûn ser xanîyên malbata Ampatuan. Malbata Ampatuan, ji 10 salan pitir rêvebirîya eyaleta başûr ya Maguindanao kirîbû.

Di qirkirina 23ê Mijdarê de, nêzîkî 100 çêkdar êrîş pêk anîbûn û endamên konvoya berbijarê fermandarîyê Esmael Mangudadatu kuştîbûn, ku hevrikê malbata Ampatuan.

XS
SM
MD
LG