Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê çar polîs li nêzî Ebû Xerîb hatine kuştin


Polîsê Iraqê dibêje li rojava Bexda çekdaran hêrîş kiriye ser xaleke kontrol kirinê û çar polîs kuştine.

Hêrîşa roja yekşembîyê ya li ser Ebu Xerîbê ya dawîtirîn e linav zincîreka hêrîşên ku karbidestên tenahîyê ji xwe re kirine armanc.

Du serbazên Iraqî jî heftîya buhurî li xaleke kontrol kirinê ya li nêzî Musilê hatibûne kuştin.

Herwisa heftîya buhurî karbidestên Iraqî gotin hêrîşberekî xwekuj li Tîkrîtê bi kêmîve pênc kes kuştin ku yek ji wan serokê polîsên berpirsê xwenîşandanan bûye.

Polîs dibêje xuyaye ku hêrîşberî ji xwe re karbidestekî polîsan yê bi navê Ahmed El Fehal kiribû armanc. Bi kêmîve sê ji nobetdarên wî jî di peqîna 150 kîlometre nêzî bakûra Bexdayê hatibûn kuştin.

Dîktatorê berê Saddam Huseynê ku li sala 2006a hatibû sêdaredan xelkê wî bajarokê Tîkrîtê bû

Belê bi giştî tundûtûjî li Iraqê kêmtir bûye. Jimara xelkê sivîlên ku li meha 11 hatibûn kuştin yek ji kêmtirîn jimara bû ji wextê ku li sala 2003 Iraq bi rêberayetîya Amerîka hat dagirkirin û heta niha.

Li ser tundûtûjîya li Iraqê peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Yehya Berzincî raportek hinartîye; heke hûn bixwazin li ser lînka li destê rastê hûn dikarin guh bidine raporta wî.


XS
SM
MD
LG