Bi sedema peqînekê li dervey xandingehekê heşt kes li taxekê Şîan li Bexda hatin kuştin, ku bi kêmî ve şeş ji wan zarokin.
Di wê peqînê de roja duşembî li Bajêrê Sedir, herweha 25 xwendevan û 15 kesên din birîndar bûn.
Li bakûra Bexda, çekdaran hêriş kire ser xaleka vekolînê û pênc endamên grupeka dijî El-Qayde di wê hêrişê de hatin kuştin.
Bi layekê dî ve, perlemana Îraqê şeva yekşembî gehişt rêkeftinekê li ser çewaniya dabeş kirina kursiyên perlemanê û qanûna helbijartinan pejirand.
Çaverê dihêt kirin Civata Serokatiya Îraqê di demekê nizîk de rojekê ji bo helbijartinên niştîmanî diyar bike.