Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbijartinên Îraqê li roja 7-ê Adarê dihên kirin


Karbidestên Îraqî dibêjin helbijartinên niştîmanî roja heft ê Adarê dihên kirin, nizîkî du mehan piştî demê diyarîkirî.

Karbidestên Îraqî piştevanîya birêveçûna helbijartinan li roja 27 Subatê dikir, her wek ji layê Netewên Yekgirtî ve hatibû pêşniyar kirin.

Belê jimareka karbidestan dijî birêveçûna helbijartina li dawiya meha Subatê bûn ji ber ku nizîkî rêûresma olî ya Arba’în ya Şî’a ye. Arba’în, çileya kuştina Îmam Hûsên e û di wê rojê de Şî’e diçine bajêrê Kerbela.

Biryar bû helbijartin li roja 16-ê meha yek bihên kirin, belê ji ber aloziyên nêvbera siyasetvanên Îraqî hat paşêxistin.

Qanûna helbijartinan şeva şembî hat pejirandin.

XS
SM
MD
LG