Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran hujdarî da xwenîşanderan


Dadpirsê serekî yê Îranê hujdarî da ku karbidestên Îranî bi tundî bersiva piştevanên opozisyonê diden, rojekê piştî bi hizaran kesan xwenîşandan dijî hikûmeta Îranê kirin.

Dadpirs Xulamhûsên Muhsinî Ejeyî roja sêşembî got êdî rêk bi wan kesan nahêt dan ku dijî parastina niştîmanî kar dikin.

Hêzên parastina Îranî roja duşembî baton û gazên rondik-rêj bikar anîn ji bo belave kirina bi hizaran xwenîşanderan li şeqamên Tehranê.

Hevdem, ajansa nûçe ya IRNA ya ser bi hikûmeta çêbûna şer û pevçûna nêvbera xwendevanên ser bi opozisyon û piştevanên hikûmetê li Zanîngeha Tehranê ragehand.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG